PeyamaKurd - Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirkiyê di çarçoveya rêkeftina piştî êrîşên Tirkiyê yên dagirkirina Serêkaniyê û Girêspî de hatibû kirin, li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê dewriyeyeke hevbeş gerandin.
Hat zanîn ku îro danê sibê polîsên leşkerî yên Rûsyayê û hêzên artêşa Tirk dewriyeyeke hevbeş pêk anîn ku dewriye ji gundê Şêrikê yê rojavayê navçeya Dirbêsiyê dest pê kir û ber bi gundê Kesra yê navçeya Zirganê û gundên Eradê, Îbrahîmiyê, Hilêwa ve çû û piştre jî vegeriya xala xwe ya destpêkê.
Di dewriyeyê de 4 wesayîtên leşkerî yên Rûsya û 4 jî yên Tirkiyê û 2 helîkopterên Rûsyayê yên çavdêrîkirina dewriyeyê cî girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin