PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku artêşa Tirkiyê bargehên din yên leşkerî li Serê Kaniyê ava kirine û hejmareke din ji malbatên komên çekdar li bajêr hatine bicihkirin.
Li gorî SOHRê Tirkiyê baregehên leşkerî li gundê Mişrafa yê Serê Kaniyê ava kirine û doh 25ê Çile jî 70 malbatên komên çekdar li gundên Merîkês, Etiya û başûrê Elok yê Serê Kaniyê hatine bicihkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî hezar û 500 malbatên komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ji Kaniya Xezlan derbasî Serê kaniyê hatibûn kirin û li gundê El-Herdan û Xerebat hatibûn bicihkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin