PeyamaKurd – Piştî şeva borî Îsraîlê careke din, êrîş bir ser bingehên milîsên îranî yên nêzî Girên Colanê Wezîrê Berevaniya Îsraîlê jî daxuyanî da û got, ew dê ti carî rê nedin Îran derbasî Colanê bibe.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihandiye ku li gundê Huriyê yê li bakurê parêzgeha Qinêtirayê dengê teqîneke mezin hatiye û tê texmînkirin Îsraîlê ev êrîş pêk aniye û navenda milîsên Îranê ya li herêmê kiriye armanc.
Li ser mijarê Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz jî êrîşên ser milîsên îranî piştrast kir û ragihand, ew ê ti carî rê nedin Îranê ku li Colanê bi cih bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin