Pentagon bi fikar e ku Trump artêsê têxe dewrê

Pentagon bi fikar e ku Trump artêsê têxe dewrê

PeyamaKurd – Rayedarên Wezareta Berevaniya Amerîkayê li ser îhtimala ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo serkutkirina çalakiyan artêşê têxe dewrê, nîgeraniya xwe anîn zimên.

Li gorî nûçeya CNNê ku xwe dispêrê çavkaniyên Pentagonê, hindek rayedarên artêşê li hemberî banga Donald Trumpî bi fikar in ku walî leşkeran li bajaran bicî bikin.

Rayedarekî Pentagonê diyar kiribû ku beşek ji karmendên Pentagonê ji bo bergiriya li dijî çalakvan dixwazin ku hêzên herêmî bêne bikaranîn.

Li herêma Cicero ya Chicago ya Amerîka, 2kes di protestoyên bo George Floyd de hatin kuştin. Rayedarên Cicero didin zanîn ku bi kêmanî ve 60 kes di protestoyan de hatine desteser kirin.

Trump derbarê pêşhatên dawiyê û protestoyan de gotibû "eger ku bajarek yan eyaletek tevdîrên baş bo parastina giyan û malê welatiyan wernegirin, wê demê ez dê leşkeran bişînim bajaran da ku tavilê prisgirêkan çareser bikin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin