YA: “Bila encama civîna we, temamê xelkê Sûriyê hembêz bike”

YA: “Bila encama civîna we, temamê xelkê Sûriyê hembêz bike”

PeyamaKurd- Temsîlkara bilind ya karên derve û siyaseta ewlekariyê ya Yekîtiya Awrûpayê Federica Mogherini, bi sedema ku dê cara yekem di çarçoveya civîna komîteya destûrê ya Sûriyê de, wê rejîm, muxalif û temsîlkarên rêxistinên sîvîl werin cem hev, bang li wan kir ku bigihên encameka ku temamê xelkê Sûriyê hembêz bike û bixe nava xwe.

Mogherini bi awayeka nivîskî beyan kir ku ji sala 2015an de herkes bende ye ku komîte civîna xwe bike û ev civîn pêşedeçûneka gelek girîng e. Mogherini di beyana xwe de weha got:

“Xebata komîtê bo niyeta baş û bi ciddiyet li ser mafê Sûriyê bi tevayî bixebite û encamê bistînê gelek girîng e. Divê pêvajo ji aliyê Sûriyeyiyan de bê meşandin û lê xwedî derkevin. Komîte bi tena serê xwe nikare krîza Sûriyê şaçareser bike lê divê di çarçoveya biryarên Neteweyên Hevgirtî de, bo çareseriya siyasî xebat dewam bikin. Em bi xwe amade ne çi ji destê me were alîkariyê bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin