PeyamaKurd- Wezîrê karê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di derbarê peymana nukleerî ya bi Îranê re axifî. Pompeo got ku xuya nake serokê Amerîkayê Donald Trump bi peymanê ve girêdayî bisekine.
Ragihandina Pompeo piştî civîna li Burukselê ya wezîrên karê derve yên welatên endamên NATO yê, bo çapemeniyê hat kirin. Pompeo got ku Trump hêj birayara xwe nedayê bê wê xwe ji peymana nukleerî ya Îranê vekişîne an na. Pompeo weha dewam kir:
“ Li ser kêmasiyên peymana nukleerî ya Îranê eger sererastkirinên girîng neyên kirin, wê Trump li ser ehda peymanê nemîne.”
Ev civîna yekemîn ya NATO ye ku Mike Pompeo tevli civînê dibe û got ku gelek bi germahî pêşiwaziya wî hatiye kirin. Pompeo di civînê de ragihand ku Amerîka amade ye pêşîvaniya îttîfaqê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin