Buric: “Berdana Osman Kavala egera qanûnê ye”

Buric: “Berdana Osman Kavala egera qanûnê ye”

PeyamaKurd – Osman Kavala bi salaye li ser ‘Bûyerên Geziyê’ girtiye û ceza sitendiye. Lê piştî îtîraza parêzerên Osman Kavala, Dadgeha Awrûpayê ya Mafên Mirovan biryara dadgeha Tirkiyê betal kir û bo berdana Osman Kavala biryarê da. Tirkiye niha qebûl nake ku Kavala berde. Li ser bûyerê sekretera giştî ya Konseya Awrûpayê Marija Pejcinovic Buric bertekê li hemberê nenaskirina biryara dadgeha Awrûpayê ya Tirkiyê bertek nîşan da û got:

“Ev kiryara Tirkiyê şaşe û biryar ne daxwaze lê mecbûriyeteka qanûnêye. Dewletên ku peymana mafên Mirovan ya Awrûpayê îmze kirine, divê biryara dadgeha Awrûpayê bicîh bînin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin