PeyamaKurd - NATOyê bi sedema "gefa potansiyel" asta ewlehiya baregeha xwe ya hewayî ya Geilenkirchena Almanyayê derxist asta herî bilind.
NATOyê bi daxuyaniya xwe ya li ser platforma Xê ragihand ku ji ber agahiyên sîxurî yên ku wek "gefa potansiyel" hatine dîtin, wan asta ewlehiya baregeha xwe ya hewayî ya li Geilenkirchena Almanyayê derxistiye asta herî bilind.
Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku rêveberiya baregehê, personelên baregehê yên ku li ser karê xwe ne, ji bo bergiriyê arasteyî malê wan kirine û wiha hate gotin: "NATO berî her tiştî pêşekiyê dide ewlehîya personelên xwe."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li baregeha hewayî operasyonên ewlehiyê didomin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin