Yek ji wan rojnamevan 4 kes hatin kustin

Yek ji wan rojnamevan 4 kes hatin kustin

PeyamaKurd – Li Meksîkayê li eyaleta Guanajuato yê di encama êrîşa çekdarî de, yek ji wan rojnamevan 4 kes hatin kuştin. Li gor çapemeniya Meksîkayê; li bajarê San Luis de la Paz ê ku di nav wan de rojnamevan bû, kesên çekdar êrîşê grûbê kirin û 4 kes hatin kuştin.

Di êrîşê de rêvebirê malpera "Tu Voz" ê ya înternetê Ernesto Mendez di nav de 4 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn. Demeke dirêje ku Mendez di bin tehdîdê de bû û ji dozgeriyê xwestibû ku wî biparêzin.

Serokê Komîta Çapemeniyê û Azadiya Agahiyan ya Navdewletî Carlos Jornet bûyerê şermezar kir û got ku sala 2022 ji bo rojnamevanên Meksîkayê sala mirinêye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin