PeyamaKurd - Kovara Foreign Policy a Amerîkî raporek li ser armanca planên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Sûriyê weşand ku tê de dibêje, armanc vegerandina împratoriya Osmanî ye.
Kovar di raporta xwe ya analîzî ya bi sernavê, ‘Erdogan rêbazên Osmaniyan yên guhertina demografîk dimeşîne’ hatiye weşandin de, dide xuyakirin ku planên Erdogan li Sûriyê parçeyek ji xwestekên wî yên bicihanîna nexşeya Împratoriya Osmanî ya kevn e.
Di raportê de tê diyarkirin ku Erdogan dixwaze derdora 2 milyon penaberên Sûriyê yên ku li Tirkiyê ne li herêma ewle bicih bike û bi vê yekê guhertineke demografîk li herêmê pêk bîne.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku Erdogan van planên xwe bi riya koçberkirina Kurdan û pêkanîna paqijiya etnîkî ya wan pêk tîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin