Saredarê Qersê ji ber 'lêpirsîna terorê' îfade da

Saredarê Qersê ji ber 'lêpirsîna terorê' îfade da

PeyamaKurd - Serokê Şaredariya Bajarê Qersê yê HDPî Ayhan Bîlgen, bi hinceta ku di parvekirinên xwe yên berê yên medya civakî de “propaganadaya rêxistina terorê” ye, îfade da.

Ayhan Bîlgen bi îdiayên ku berî serdema parlamenteriya HDPê û Serokatiya Şaredariya Qersê, li ser medyaya civakî propagandaya PKKê kiriye dosyayek derbarê wî de hatibû amadekirin ku îro jî li dadgehê îfade da. 

Bîlgen roja 20ê Tebaxê bo dadgehê û îfadeyê hatibû vexwendin ku rojek piştî tayînkirina qeyûman bi ser şaredariyên Amed, Mêrdîn û Wanê bû.

Hêjayî gotinê ye, hersê şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê jî bi hinceta lêpirsînên bo wan beriya bibin şaredar hatine destpêkirin ji karê xwe hatin dûrxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin