Zelensky: Em dikevin nav hefteyeke dîrokî!

Zelensky: Em dikevin nav hefteyeke dîrokî!

PeyamaKurd – Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy, di peyameke vîdyoyî de ku behsa şerê dijî Rûsyayê dike de, li ser statuya endamtiya Yekîtiya Ewropayê axivî.

Zelensky got, “Bi nûçeyên derbarê statuya endamtiyê yên ji Yekîtiya Ewropayê werin re, bi rastî jî em dest bi hefteyeke dîrokî dikin.”

Volodimir Zelenskiy, diyar kir ku ew li bendê ne hemleyên dijminatiyê yên Rûsyayê li hember welatê wan zêde bibin û da zanîn: “Em ne tenê ji bo Ukraynayê, ji bo welatên din ên Ewropayê jî xwe amade dikin û em amade ne. Em hevpeymanên xwe hişyar dikin.”

Zelenskiy, pêşwazî li biryara erênî ya bo endamtiyê ku Komîsyona Ewropayê daye kir û got: “Bawerim ku wê biryara erênî li berjewendiya hemû Ewropayê be.”

Wê pêşniyara endamtiya YE ya Ukraynayê li 23-24ê Hezîranê di Lutkeya Yekîtiya Ewropayê de were pêşkeşkirin û piştî pêşkeşkirina Komîsyona YEyê jî biryara dawî bê dayîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin