PeyamaKurd – Li Pakistanê dadgeh bi sedema serokwezîrê berê Îmran Xan sirrênd ewletê daye derve, zîndanîkirina wî 14 roj dirêj kir. Darizandina Îmran Xan di zîndana bajarê Attockê de hat kirin.
Li ser daxwaza dozger, girtina Îmran Xan ya di zîndanê de heya 13ê Êlûnê hat dirêjkirin. Xan bi tewana ku brûska balyozê Pakistanê yê Washingtonê ji raya giştî re ragihandibû û brûskê ji bo armanca xwe ya siyasî bikaranîbû tê darizandin.
Xan di doza berê de bi 3 salê zîndanê hatibû cezakirin û bi kefalet serbest hatibû berdan û 5 sal jî cezayê kirina siyasetê jê re hetibû qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin