MAK: Di rapirsiya dawî de 5 puan ferq hat dîtin

MAK: Di rapirsiya dawî de 5 puan ferq hat dîtin

PeyamaKurd- Serokê Kompaniya Lêkolînê ya MAKê Mehmet Alî Kulat diyar kir ku di rapirsiya wan a dawî de namzedê Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, ketiye pêşiya namzede Tifaqa Komarî Erdogan.

Di agahiyên ku Kulat di derbarê rapirsiyê de ragihandin de got ku di vê rapirsiya dawî de namzede Tifaqa Milet Kemal Kiliçdaroglu, bi 5 puanan ketiye pêşiya namzede Tifaqa Komarî Recep tayip Erdogan û ev hûrgilî dan:

“Li ser pirsa me ya ‘Gelo hûn ê di hilbijartinên pêş de dengên xwe bidin kê?' ji % 47 gotin Kemal Kiliçdaroglu û ji % 42 jî gotin Recep Tayip Erdogan.”

Mehmet Ali Kulat bal kişand ser hilbijêrên bêbiryar û wiha got: “Hilbijêrên bêbiryar ji % 8 e, lê li vê derê rewşeke balkêş heye; hema bibêje van hilbijêrên bêbiryar, hemû hilbijêrên HDPê ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin