Esîrên Singalê car din banga derketina PKKê û milîsan ji Singalê kirin

Esîrên Singalê car din banga derketina PKKê û milîsan ji Singalê kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hejmarek eşîr û hozên devera Şingalê daxwaz ji PKKê û milîsên bi ser Îranê ve kirin ku hêzên xwe ji herêma Şingalê vekişînin û ji bo vegera xelkê Şingalê rê vekin.

Li gorî zanyariyên medya Kurdistanê, hejmarek hoz û eşîrên devera Şingalê kom bûn û bang li PKK û milîsên Iraqî yên bi ser Îranê ve kirin Şingalê vala bikin.

Nûner û serokên wan hoz û eşîran bi hev re daxwaz ji PKKê kirine Şingalê vala bike da ku ew bikarin vegerin ser cih û warê xwe. Nûnerên eşîrên devera Şingalê beriya ku şer û pevçûn di navbera artêşa Iraqê û YBŞê de rû bidin jî banga derketina wan hêzên neyasayî û milîsan ji Şingalê kiribûn.

Hêjayî gotinê ye, di çend rojên dawî de ji ber aloziyên li Şingalê di navbera hêzên YBŞ yên bi ser PKKê ve û artêşa Iraqê de rû dane zêdetirî deh hezar kesên din ji Şingalê koçberî Duhokê bûne ku ji ber nebûna ewlehiyê bi sed hezaran xelkê Şingalê nikarin vegerîn ser mal û milkên xwe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin