Li kampên penaberan merasîmên bîranîna Komkujiya Singalê birêve çûn

Li kampên penaberan merasîmên bîranîna Komkujiya Singalê birêve çûn

PeyamaKurd – Li kampên Şarya û Kebertûyê yên penaberên Êzidî, merasîmên bîranîna Komkujiya Şingalê hatin sazkirin.

Penaberên Şingalê yên beşdarî merasîma yadkirina komkujiya Şingalê bûn, daxwaz ji Hikumeta Iraqê kirin ku dosyayê bibin Dadgeha Edaletê ya Laheyê da ku jenosîda Şingalê ya ser Êzidiyan were naskirin.

Di merasîmê de hat diyarkirin ku heta Iraq nebe endamê Dadgeha Laheyê dadgehkirina tawanên jenosîda Şingalê nayê birêvebirin û ji bo karesat û jenosîdên bi wî awayê dubare nebin, divê Iraqê bi fermî beşdarî proseyê bibe.

Hêjayî gotinê ye, ji ber tedbîrên vîrusa koronayê merasîm û çalakiyên cemawerî yên mezin di salvegera komkujiya Şingalê de nehatin sazkirin û bi komên piçûk merasîmên bîranînê hatin encamdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin