PeyamaKurd- Li Başûrê Sûriyê komên muxalif û Rejîma Sûriyê li hev kirin. Piştî levhatinê wesaîtên zirxîpûş yên Rejîma Sûriyê û yekîneyên Rûsyayê bi hev re ketin nava bajarê Derayê.
Rejîma Şamê duh daxuyaniyek dabû û gotibû ku em bi muxalifan re li hev hatin û wan jî çekên xwe teslîmî rejîmê kirin û ji wê ji bajêr derkevin.
Ji xeynî vê jî hat îddakirin ku hê jî hinek komên çekdar di bin dorpêçê de ne û bi wan re jî muzakere dewam dikin. Di heman demê de li hinek herêman sivîl jî di bin dorpêçê de mane.
Li gorî agahiyên çapemeniya Sûriyê yekîneyên rejîmê ketinê navçeya Tafasê jî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin