PeyamaKurd – Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, di roja Niştîmanî ya Fransayê ‘Roja Bastille” piştî merasîma leşkerî ya li paytext Parîsê gotarek pêşkeş kir.
Macron di gotara xwe de, bal kişand ser şerê Rûsya û Ukraynayê û got, “Di wê baweriyê de me, pêwîste em ji berdewama vî şerî re amade bin. Muhtemel e ku wê mehên havînê û destpêka payizê pir zehmet be.”
Di dewamê de jî Macron destnîşan kir ku divê ew ji hemû senaryoyan re amade bin û got: "Em dixwazin bêyî tevlî bibin vî şerî bidin rawestandin. Di heman demê de, ji bo Rûsya bi ser nekeve û Ukrayna erdên xwe biparêze jî çi ji destê me bê em dixwazin bikin. Em şerê cîhanê naxwazin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin