PeyamaKurd – Amerîka wê 20 hezar leşkeran bişîne Ewropa daku beşdarî tetbîqata “Parastina Ewropayê-2020” a NATOyê bibin.
Hat ragihandin ku piştî 25 salan yekem care ku Amerîka wê hêzeke xwe ya leşkerî ya ji 20 hezar leşkeran pêk tê bişîne Ewropayê.
Veguhastina leşkerî wê di meha Sibatê de dest pê bike û bi giştî 1.100 panzer û 8.600 wesayitên leşkerî wê bên veguhastin.
Navenda veguhastinê û tetbîqatê jî Almanya ye.
Sekreterê Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Peter Taûber derbarê tetbîqatê de agahî da û ragihand, ji bo veguhestina leşkerî ya Amerîkayê wê balafirgehên Berlîn, Frankfûrt, Hambûrg, Munchen û Nurnbergê bên bikaranîn.
Ji 18 welatên NATOyê wê 37 hezar leşker beşdariya tetbîqatê bikin û herwiha 8 hezar leşkerên Amerîkayê yên li Ewropayê jî beşdarî tetbîqatê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin