PeyamaKurd-Li bajarê Babê ku li rojhilatê Helebê dikeve, otomobîlek hat teqandin. Li gorî agahiyên destpêkê, hejmarek mirî û birîndar hene.
Di derbarê bûyerê de Rawangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan agahî dan. Li gorî agahiyên destpêkê, otomobîl nêzîkî rêbendeke grûpên çekdar teqiyaye. Teqîn li ber deriyê bajêr ê Babê rû daye û heta niha hejmara mirî û birîndaran nehatiye zelalkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin