YPG berpirsekî xwe yê bilind girtiye

YPG berpirsekî xwe yê bilind girtiye

Hinek berpirsên ku ji nav refê HSD derketibûn ji çapemenîyê re anîbûn zimên ku biryar ji Qendîlê ji HSD (Hêzên Sûrîyeya Demokratîk) re tên û HSG li gor biryarên Qendîlê tev digere.

Li gor daxuyanîşa Şepêla Pêşeroja Kurdên Sûrîyê, ji ber ku li dijî biryarên Qendîlê derketiye, YPG berprisekî xwe yê payebilind girtîye û heta niha çarenivîsa wî berpirsî ne xuyaye.

Şepêla Pêşeroja Kurdên Sûrîyê, di daxuyanîya xwe de anîye zimên ku navê wî berpirsê ji alî YPG ve hatiye girtin û qedera wî ne diyar e, Dijwar Xebat e û navê wî yê rastîn jî Welat Ebdilezîz Şêxo ye.

Li gor Şepêla Pêşeroja Kurdên Sûrîyê, Dijwar Xebat yek ji damezrênerên YPG ye, di şerê Kobanê, Serêkanîyê, Reqa û Minbicê de fermandarîya enîyên şer kiriye û ji meha Adarê de hatiye girtin.

Lînka girtina Dijwar Xebat

https://youtu.be/Zt7DZcbP2Eo

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin