PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rêjeyên Kovid-19 ê yên 24 ê tîrmehê bi tabloyekî ragihand. Li gor tabloyê îro 15 kes ji ber Kovid-19 ê can dane û 1.010 kes bi pandemiyê ketine. Rêjeyên wezaretê yên 24 ê tîrmehê wehanin:
211.828 kes heya îro bi nexweşînê ketine.
191.294 nexweş heya îro baş bûne.
15 nexweş îro mirine.
1.010 testên îro posîtîv derketine.
902 nexweş îro baş bûne.
4.675 nexweş heya îro wefat kirine.
Kesên ku îro bi Kovid-19 ê ketine an ku testên wan posîtîv derketine, 166 kes li Hewlêrê, 122 kes li Silêmaniyê û 722 kes li Duhokê ne.
Kesên ku bi sedema Kovid-19 ê di 24 ê tîrmehê de wefat kirine 4 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 3 kes li Duhokê û 3 kes li Germiyanê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin