PeyamaKurd – Hukumeta Hollandayê bi sedema zêdebûna nexeşîna Kovid-19 ê, Tirkiyê û 11 welatên din, xist lîsta talûka wan zêde ya Kovid-19 ê. Ji roja sêşemê û pê de, wê şertên geştûguzariya Hollandayê girantir bike. Hollanda wê ji temamê rêwiyan encamnameya testa negatîv bixwaze û kesên deqandina xwe ya sêyem nekiribe, wê wan bixe karantînayê.
Hollanda şertên seyahî welatên ku ji bo hatine danîn weha ragihand:
“Tirkiye, Arnavutluk, Bolivya, Bosna-Hersek, Kosta Rika, Guyana, Lubnan, Makedonya bakûr, Panama, Sirbistan, Sûrinam û Tunis in.”
Rêwiyên ji wan welatan diçin Hollandayê yên ku doza sêyem nekirine û ji 13 saliyê mezintir bin,wê 10 roj di karantina malê de bimînin. Piştî 5 roj li malê bimînin wê roja 5 ê testa xwe bikin û ger testa wan negatîv be,wê karibin ji karantînayê derên.
Berteka zêde ji Yekîtiya Acentayên Geştûguzariyê ya Hollandayê (ANVR) hat.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin