PeyamaKurd – Li bakûrê Afganistanê li eyaleta Heratê erdhejekî bi pileya 6.3 çêbû, di encamê de 120 kes mirin û hezar kes zêde birîndar bûn. Li eyaletê gelek avahî xesarê dîtin û gelek kes di bin enqazan de mane.
Rêvebirê îdara afatan Mûsa Aşarî ragihand ku seet di 11.00an de ji eyaleta Heratê 40 km dûr erdhej çêbûye. Li eyaletê li dora 1.9 milyon kes dijî û di pey erdhejê de herî kêm 3 erdhejên li pey hev çêbûne.
Asarî ragihand ku li gor agahiyên nehatine raporkirin, jimara miriyan ji 300an derbas dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin