Serokwezîr wê li Hewlêrê Sîrketa Têl û Kabloya Sifir veke

Serokwezîr wê li Hewlêrê Sîrketa Têl û Kabloya Sifir veke

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wê li Hewlêrê kompanyaya têl û kabloya sifir veke.

Serokwezîr Barzanî dê îro (02.10.2024) li bajarê Hewlêrê, kompanyaya têl û kabloya sifir ku gelek kargeh têde hene, veke.

Şîrketa ku tê vekirin, yekem kargeha têl û kabloyên sifir e li Herêma Kurdistanê û Iraqê, ku sêwirandin, hilberandin, ceribandin, radestkirin û dabînkirina têl û kabloyên sifir ên paqij, bi kalîte û standard pêşkêşî dike.

Şîrketa ku lêçûna projeya wê zêdetirî 80 milyon dolar e û dê 6 kargehan di nav xwe de bigire, rûbera wê 175 hezar metrekare ye.

Projeya ku di sala 2021ê de li Hewlêrê hat cîbicîkirin û di dawiya sala 2023an de bi dawî bû, derfeta kar ji bo nêzîkî 200 kesan peyda kir ku 160 ji wan karkerên xwecihî bûn.

Di projeyê de santrala xwe ya elektrîkê jî bi kapasîteya 11,4 MW û du sertîfîkayên Ewropayê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin