PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku nafikrin di nêz de leşker bişînin Ûkraynayê. Macron ji bo çapemeniya Çekyayê daxwuyanî da û got:
“Em nafikirin ku di nêz de ji bo Ûkraynayê xebatkarên leşkerî bişînin. Ev, nayê vateya ku em ê di nêz de leşker neşînin Ûkraynayê. Me munaqeşeyekî da destpêkirin û bi taybetî li ser axa Ûkraynayê ji bo em destekê bidin Ûkraynayê em her tiştî difikirin.”
Berdevkê Kremlinê Dmitriy Peskov li ser mijara şandina leşkerên NATOyê ji bo Ûkraynayê got:
“Di vê rewşê de şer îhtîmal nîne, wê bibe. Em li ser vêya radiwestin. Divê NATO vêya zanibe. Divê bifikirin bê şandina leşkeran di berjewendiyên gelan de ne an na! Ev rewşekî nûye û girînge. Em baş dizanin birêz Macron ji bo Rûsyayê ji aliyê stratejîk de têk bibe, em tewrê wî baş zanin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin