PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Kurdistanê Rêber Ehmed ligel Cîgirê Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Claudio Cordone civiya û rewşa Şingalê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Wezîr Rêber Ehmed îro 07.03.2024 pêşwaziya Cîgirê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Claudio Cordon kir.
Cordon di peyama ku li ser hesabê xwe yê platforma Xê ya medyaya civakî parve kir de got, "Me bi Wezîrê Karên Navxweyî yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed re li ser rewşa Şengalê û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê axivî."
Cordon di berdewamiya peyama xwe de diyar kir ku NY amade ye her cure piştgirî û alîkariyê pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin