PeyamaKurd - Li bajarê Girê Spî şer û pevçûn di navbera 2 grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê de derketin û hinek çekdar hatin kuştin û hin ji wan jî birîndar bûne.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, êvara roja yekşemê, şer û pevçûn di navbera çekdarên el-Cebhe el-Şamiye û Feyleqa el-Mecid de derketin.
Di encama şer û pevçûnan de ku li nav taxên nişteciyên bajarê Girê Spî derketine, 2 çekdar ji herdu aliyan hatine kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûn.
Li gorî çavkaniyên xwecihî, sedema şerê her du grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê nakokiya li ser bazirganiya madeyên hişbir bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin