PeyamaKurd – Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li ser êrîşên ser welatên Kendava Erebî bi hinceta asayîkirina têkiliyên bi Îsraîlê re bangewazî kir ku Iraq ji şerekî herêmî yê xeternak bê dûrxistin.
Sedir bi daxuyaniyekê bangewazî kir, Iraq ji şerekî herêmî yê xeternak bê dûrxistin, bi taybet jî piştî armanckirina welatên Kendavê bi hinceta asayîkirina têkiliyan bi Îsraîlê re.
Sedir herwiha bal kişandiye ser şerê Yemenê jî gotiye, ew qebûl nakin, Iraq bibe dika êrîşên li ser dewletên cîran û herêmî.
Hêjayî gotinê ye, ev daxuyaniya Sedir piştî êrîşa komeke şîe ya çekdar ango Hûsiyên Yemenê ya bi dronan li dijî Îmaratê hatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin