PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi boneya salvegera 39emîn a jenosîdkirina 8 hezar Barzaniyan peyamek belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya ku li ser hesabê Twitterê belav kiriye de li ser anîna Kurdistanê ya 100 rûfatên Barzaniyan got, wê çîrokên termê 100 qurbaniyên Enfalê her tim li cem me zindî bimîne.
Serokwezîr Mesrûr Barzannî diyar kir, berî 39 salan, zêdetirî 8000 mêr û kurên Barzanî ji aliyê rejîma berê ve hatin revandin ku gelek ji wan bi saxî li biyabanên dûr ên başûrê Iraqê hatin binaxkirin; yên din hatin îdamkirin. Îro termê 100 qurbaniyên din vegeriyan gundê Barzan, çîrokên wan dê bi me re berdewam zindî bin.
39 years ago, over 8,000 Barzani men & boys were abducted by the former regime. Many were buried alive in the remote southern deserts of Iraq; others were executed.
— Masrour Barzani (@masrour_barzani) July 31, 2022
Today, the remains of 100 more victims have returned to Barzan village.
Their stories continue to live with us. pic.twitter.com/bYxl4eU0aZ
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin