PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu piştî 13 salan bi wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid re di rêya telefonê de axifî. Di derbarê naveroka axaftina her dû wezîran de ti agahî nehat dayîn. Ji sala 2008 heya niha di navbera her dû dewletan de aşkera ti têkilî nedihat xwuyan.
Çend roj berê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ragihandibû ku serokkomarê Îsraîlê dawet kiriye Tirkiyê û telefonkirina Çavuşoğlu piştî ragihandina Erdoğan hat kirin.
Lê ti carê têkiliyên navbera Tirkiyê û Îsraîlê di warê bazirganiyê de nehatiye qutkirin û niha li ser xaza Derya Sipî, Tirkiye dixwaze bi Îsraîlê re hevpariyê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin