PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 7ê Sibatê bi rêya telefonê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re axivî.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di pêwendiya telefonî de, hevxemiya xwe ji bo malbatên qurbaniyên erdhejê anî ziman û hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.
Herwiha Mesrûr Barzanî, amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina alîkariyan bo mexdûrên erhêjê nişan da.
Hêjayî gotinê ye, duh 6ê Sibatê piştî erdhejê bi fermana Serokwezîr Barzanî karwaneke tîmên hawarçûnê û tenduristiyê bo Bakurê Kurdistanê hatibûn şandin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu jî spasiya Serokwezîr Barzanî ji bo hevxemî û alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin