Ahmet Sik: Erdogan wê hilbijartinê winda bike!

Ahmet Sik: Erdogan wê hilbijartinê winda bike!

PeyamaKurd- Ji hilbijartina Serokomariya Tirkiyê re demeke pir kin ma. Tirkiye piştî du rojan di 24ê Hezîranê de hem hilbijartina serokomariyê û hem jî ya parlamentoyê tê kirin.

Di derbarê hilbijartinê de namzetê parlamenteriyê yê HDPê yê Stenbolê Ahmet Şik daxuyaniyên girîng dan. Şik got ku “heke HDP benda ji %10ê derbas bike, piraniya parlamentoyê dikeve destê muxalefetê de. Piştî vê re Erdogan di tûra duyem de jî bi ser nakeve.

Şik got ku “ev hilbijartin, hilbijartina man û nemanê ye. Ev ji bo îqtîdarê jî wiha û ji bo muxalefetê jî.

Ahmet Şik wiha berdewam kir: Erdogan di civîna xef de talîmat da hevalên xwe ku HDPê di bin bendê de bihêlin. Ev jî eşkere dike ku di paşerojê de wan gelek caran hîle kirine. Bûyera li Pirsûsê qewimî jî, provekasyon e û Erdogan bi zanîn vê yekê dike. Yanî ku ez bibêjim rasterast talîmat hatiye dayîn, belkî zêde ez ji xwe qaîl bim; lê belê ev bûyer, tiştekî plankirî bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin