Nûnerê NY Pedersen bi Wezîrê Sûrî re civiya

Nûnerê NY Pedersen bi Wezîrê Sûrî re civiya

PeyamaKurd -  Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Karûbarên Sûriyê Geir Pedersen, ji bo gotûbêjkirina proseya siyasî û danûstandinên Komîteya Destûra Sûriyê, serdana Şamê kir û bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Mîqdad re civiya.

Li gorî nûçeya Rojnameya “Al-Watan” a rejîma Sûriyê, Pedersen ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad civiya û herduyan egera lidarxistina gera 7emîn a Komîteya Destûrê guftûgo kirin.

Di nûçeyê de hatiye gotin, çav li rê ye Pedersen li Şamê bi Serokê Komîteya Destûrê Ehmed El-Kizberî, Balyozê Rûsya li Şamê û Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya li Sûriyê re jî bicivie.

Hatiye diyarkirin ku biryar bû di nava vê mehê de gera 7emîn a Komîta Destûrê bihata kirin, lê ji ber belavbûna cûreya nû ya vîrûsa korona Omicronê heta piştî sersalê hatiye paşxistin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha 6 gerên xebatên Komîta Destûrî li Cenevê hatine kirin û ji ber helwestên rejîmê ku red dike bikeve nav karên ji nû ve nivîsandina destûrê, hevdîtinên heta niha bi ser neketine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin