PeyamaKurd – Li Şerîda Xezzeyê ya ku Îsraîl bi dewamkirina êrîşên xwe yên zêdeyî 5 mehan û astengkirina hatina alîkariyê ve bû sedema "felaketeke însanî" ya mezin, hejmara kesên ji ber kêmxwarinî û tîbûnê mirin derket 23yan.
Eşref el-Qudrayê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê derbarê mijarê da daxuyaniyeke nivîskî da.
Kudra diyar kir ku li Nexweşxaneya Şifayê 3 zarokên din jî ji ber kêmxwarinî û tîbûnê mirin û diyar kir ku hejmara kesên ji ber birçîbûn û tîbûnê jiyana xwe ji dest dane derket 23yan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin