NATOyê, êrîsa li Enqereyê sermezar kir

NATOyê, êrîsa li Enqereyê sermezar kir

PeyamaKurd- Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, êrîşa bombeyî ku vê sibehê li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê çêbûbû, şermezar kir.

Jens Stoltenberg diyar kir ku ew hewildana êrîşa terorê ya li Enqereyê bi tundî şermezar dikin û da zanîn ku NATO di têkoşîna li dijî terorê de piştevanê Tirkiyeyê ye.

Stoltenberg bi berdewamî da zanîn ku ew vê êrîşa navborî bi tundî şermezar dikin û hêviyên şîfayê jî arasteyî polîsên birîndar kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin