Talîban: Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî

Talîban: Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî

PeyamaKurd - Rêveberiya Talîbanê ya Afxanistanê ragihand ku Îranê bi hêrişa hewayî ya li dijî Îsraîlê "mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî."

Berdevkê Wezareta Derve yê hikûmeta Talîbanê ya demkî ya Afganîstanê Abdulqehar Belhî di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê de diyar kir ku hêrişa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Konsolosxaneya Îranê ya Şamê li dijî yasa û peymanên navneteweyî ye.

Belhî di daxuyaniya xwe de aloziya navbera Îsraîl û Îranê wiha nirxand: "Piştî hêrişa Îsraîlê Îranê şeva borî mafê xwe yê parastina rewa bi kar anî. Ji Cotmeha borî ve Îsraîl qada hewayî ya dewletên serwer binpê dike û bi provakasyonên bi armanca belavkirina bêaramîtiya herêmê, bala cîhanê ji qirkirinê vekêşandiye."

Belhî bang li zilhêzên cîhanê kir ku li dijî "sûcên ku ji hêla Îsraîlê ve hatine kirin", hewlên xwe zêde bikin da ku pêşî li zêdebûna qeyranê bigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin