Herzog: Îsraîl wê vê carê jî bi ser bikeve!

Herzog: Îsraîl wê vê carê jî bi ser bikeve!

PeyamaKurd – Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog li dijî êrîşên Hamasê banga yekîtiya neteweyî li gelê Îsraîlê kir û got, "Îsraîl wê vê carê jî bi ser bikeve."

Ji ber ku nakokiyên di navbera Îsraîl û Filistînê de berdewam dikin, Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog ji gel re axivî. Herzog di axaftina xwe de li dijî êrîşên Hamasê banga yekîtiya neteweyî li gelê Îsraîlê kir û got, “Em vî ruhê lehengiyê û vê yekîtiyê biparêzin. Ev çeka me ya herî bi hêz e."

Herzog destnîşan kir, divê bêhêvî bersivê bidin dijmin û got, “Ev şer wê ji nişka ve neqede. "Dijminên me ji bo şerê psîkolojîk hewl didin" û ji gelê Îsraîlî xwest ku dev ji belavkirina gotegotên ku xizmeta Hamasê dikin dûr bixin û guh bidin fermanên artêşê.

Herzog got, "Li vir rastiyeke ku nayê nîqaşkirin heye: Îsraîl wê vê carê jî bi ser bikeve. Wekî din ti çareyek me nîne" û got, "Em ê hebûna xwe ya li ser axa xwe ji nû ve ava bikin û piştrast bikin."

Herzog bal kişand ser pêwendiya xurt a di navbera Îsraîl û Amerîkayê de, spasiya xwe ji bo kesên ku ji bo serxwebûna Îsraîlê têdikoşin kir.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin