Fitchê bendewariya enflasyonê ya li Tirkiyeyê eskere kir

Fitchê bendewariya enflasyonê ya li Tirkiyeyê eskere kir

PeyamaKurd – Saziya pileya krediyê ya navneteweyî Fitch Ratings, pêşbîniya geşepêdana aboriya Tirkiyê îsal ji sedî 2,8an derxist ji sedî 3,5a.

Hat destnîşankirin ku bendewariya enflasyonê ya dawiya salê ji bo sala 2024an ji sedî 43, di sala 2025an da ji sedî 23 û di sala 2026an da jî ji sedî 18 e.

Fitchê hejmara Hezîranê ya Rapora Perspektîfa Aboriya Cîhanê ya bi sernavê "Siyaseta Pereyan Di Qonaxeke Nû" de weşand. Fitch îsal hêviya mezinbûna xwe ya ji bo aboriya cîhanê jî ji sedî 2,4 derxist ji sedî 2,6.

Di raporê de hat gotin ku pêşbîniyên mezinbûna gerdûnî ber bi jor ve hatine sererast kirin ji ber ku baweriya bi îhtîmala başbûnê li Ewropayê zêde bû, sektora hinardekirina Çînê ji nû ve zindî bû, û daxwaziya navxweyî di bazarên nûjen ên li derveyî Çînê de hêzek bihêztir nîşan da.

Di raporê de hat destnîşankirin ku pêşbîniya mezinbûna aboriya cîhanê ji bo sala 2024an ji sedî 2,4 derketiye ji sedî 2,6an û tê pêşbînîkirin ku aboriya dinyayê di herdu salên 2025 û 2026an de ji sedî 2,4 mezin bibe.

Di raporê de ku nirxandinên aboriya Tirkiyeyê jî cih digirin, hat diyarkirin ku ji ber başbûna îxracat, kêmbûna zêde ya îthalatê û hêj jî daxwaza navxweyî ya bihêz, aborî di çaryeka ewil a îsal de li ser hêviyan mezin bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin