Wê Afganistan di civîna NY de rakirina givasên ser xwe bixwaze

Wê Afganistan di civîna NY de rakirina givasên ser xwe bixwaze

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî wê li Dohayê ya Qatarê civîna xwe ya li ser Afxanistanê li dar bixe. Afganistan, wê bi heyeta di bin serokatiya berdevkê hukumeta demkî, di bin serokatiya berdevkê hukumeta Afganistanê Zabihullah Mucahid de tevlî civînê bibe.

Afganistan wê di civînê de ji endaman bixwaze ku givaşên ser Afganistanê rakin û têkiliyan bi wan re pêşde bibin. Mucahid, berya heyet bikeve ser rêya Dohayê pirsên rojnamevanan bersivand û got:

“Ji bo bi temamê terefan re danûsitendinan pêş bixin û pirsgirêkan çareser bikin, em tevlî civînê dibin. Dijminahiya me bi ti kesi re tine. Hem em temamê nûnerên ku tevlî civînê dibin, wan dawetî Afganistanê dikin.

Em ê di civînê de çareseriya pirsgirêkên aborî û rakirina dorpêçên ser me bixin rojevê. Em ê ji endaman bixwazin ku di mijarên zor de me tenê nehêlin. Em ê pirsgirêkên nav xwe nexin rojeva civînê.”

Mucahîd ragihand ku di mijara jinan de, nûnerên jinan ji wan cuda tevdigerin û dibe sedema ku li hundir rewşekî duqolî xwuya dike û ev jî dike ku biyanî daxilî mijarên nav hundir dibin. Civîn dê 2 roj dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin