PeyamaKurd – Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku 3 navendên rêxistina Ketaib Hizbullahê ku bi balafireke bêmirov a bombebarkirî êrişî baregeha hevpeymaniya dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê li Iraqê kir, hatin armanckirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gor tesbîtên ewil tesîsên Hîzbullahê hatin îmhekirin û hin endamên rêxistinê jî jiyana xwe ji dest dan, herwiha hat destnîşankirin ku zirar negihiştiye sivîlan.
Di daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî de hat ragihandin ku duh danê sibê di êrîşa bi balefirên bêmirov ên rêxistina Ketaîb Hizbullah a alîgirên Îranê li dijî baregeha Amerîkayê ya li Hewlêrê hat kirin, 3 leşkerên Amerîkayê birîndar bûn.
Ji aliyê din ve, Pentagonê diyar kir ku êrîşên ku wan pêk anîne, bersiva êrîşên komên çekdar ên li dijî hêzên wan in.
Di daxuyaniya Berdevka Konseya Ewlekariya Neteweyî Adrienne Watson de hat destnîşankirin ku Serokê Amerîkayê Joe Biden ku di derbarê mijarê de hatiye agahdarkirin, fermana êrîşa 'beralî' daye û piştre jî artêşa Amerîkayê êrîşî 3 navendên rêxistina Ketaib Hizbullah a Iraqê kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin