Netanyahu: Em ê êrîseke bejahî li ser bajarê Refahê bikin

Netanyahu: Em ê êrîseke bejahî li ser bajarê Refahê bikin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku ew ê êrîşeke bejahî li ser bajarê Refahê bikin ku li ser sînorê Misrê ye û nêzîkî 1.5 milyon kes piştî ku ji ber êrîşên Îsraîlê reviyan, penaber bûn.

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê di civîna lijneya wezîran de daxuyanîyên Netanyahu yên derbarê êrîşên li Xezzeyê de weşand.

Di daxuyaniyê de Netanyahu diyar kir ku rêveberiya Biden di mijarên wekî çek, saziyên navneteweyî û şandina hêzan bo herêmê de ji bo piştgiriya Îsraîl nirxand û wiha got: "Di navbera wan de lihevnekirinek hebû, lê belê wan ji holê rakir."

Netanyahu destnîşan kir ku di têkiliyên bi Amerîka û civaka navneteweyî re hewcedariya wî bi tu piştgiriyê tune û destnîşan kir ku "tasfiyekirina Hamasê" armanca wan a sereke ye.

Netanyahû got, "Ji 24 tabûrên Hamasê heta niha 17 tabûrên wan îmha kirine" û wiha got: "Piraniya tabûrên mayî li herêma başûrê Xezzeyê û Refahê ne, em ê bi wan re mijûl bibin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin