PeyamaKurd - Nûnerê taybet ê Îranê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Abram Paley ragihand ku rejîma Îranê di 2023an de nêzîkî 800 welatiyên Îranî bi darve kirine.
Paley ragihand ku “Zilma rejîma Îranê di 2023’an de bi darvekirina nêzîkî 800 hemwelatiyan gihiştiye asteke nû û wiha got: “Piraniya darvekirinan piştî darizandinên nedadî û bikêfî pêk hatine."
Paley da zanîn ku di nav kesên ku ji alî rejîma Îranê ve hatine darvekirin de gellek kesên hawirparêz hene û got: "DYA bi tundî bikaranîna cezayê darvekirinê yê li dijî parêzvanên mafên mirovan şermezar dike."
Abram Paley diyar kir ku ev darvekirin di demekê wusa de pêk hatine ku Îraniyan kampanyayek ji bo rawestandina darvekirina 6 kesên ku bi tometên siyasî û ewlekarî re rû bi rû ne. Paley da zanîn ku ji van 6 kesan 4 kes girtiyên siyasî yên Kurd bûne û 2 ji wan jî kesên ku di xwepêşandanên sala borî de hatibûn girtin in.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Osloyê ye jî, bang li rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo rawestandina darvekirina van 6 kesan bikevin nav hewldana
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin