Saîrûn: Divê parlamen îstîfaya Ebdulmehdî pesend bike û hikûmet biguhere

Saîrûn: Divê parlamen îstîfaya Ebdulmehdî pesend bike û hikûmet biguhere

PeyamaKurd - Fraksiyona Saîrûn a Muqteda Sedr li Parlamentoya Iraqê, piştî daxuyaniya karvekêşanê ya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî ragihand ku divê parlamento îstifaya Ebdulmehdî pesend bike.

Fraksiyona Saîrûn piştî daxuyaniya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî ya nameya îstafayê bo parlamenê bi daxuyaniyekê ragihand û xwest sibe (30.11.2019) parlamento ji bo gotûbêjkirina vê rewşê kom bibe û biryara karvekêşana Adil Ebdûlmehdî pesend bike.

Herwiha Fraksiyona Saîrûnê piştevaniya ya bo gotara rêberê mezin ê şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstanî ragihand û daxwaza hikûmeteke teknokrat kir.

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî di daxuyaniya xwe ya îro de gotibû, “Ji bo ku Iraq nekeve nav şer, alozî û zehmetiyan, ez ê nameya îstîfaya xwe pêşkêşî parlamentoyê bikim.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin