PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres, bal kişand ser fişarên ser hemwelatiyên yên hikûmetên welatan ên bo rûbirûbûna pateya (pandemî) koronavîrusê û got, dibe ku ev bibe sedema krîzekê di warê mafên mirovan de. Li gorî rapora NY ku Guterres eşkere kir, fişarên hikûmetan ên derveyî pandemiyê nayê qebûlkirin û heger neyê kontrolkirin wê bibe sedema serhildanan.
Guterres raporeke bi navê ‘Dema pandemiyê rewşa mafên mirovan’ pêşkeş kir û tê de kiryarên hin welatan ên derveyî pandemiyê bibîr xistin û got, “Vîrus cudahiyê neke jî bandora wê cudahiyê nîşan dide.”
Guterres bal kişand ser ku kiryarên ewlekariyê yên kontrola tenduristiyê piştguh dikin û zêdebûna gotinên nefretê li hemberî hinek aliyan têne dîtin ku bi taybet jî penaber di vê pêvajoyê de bêparastin mane ji ber ku zêdetirî 131 welatan sînorên xwe girtine.
Sekreterê NY herwiha zêdebûna otorîterbûnê, nijadperestî û populîzma hikûmetan a bi sedema vîrusa koronayê anî ziman û destnîşan kir, “Ev zemînê ji binpêkirina mafên mirovan re çêdike. Serlêdana fişarên ku ti têkiliya wan bi pandemiyê re nîne, nayê qebûlkirin.”
Guterres herwiha bang li hikûmetên welatan jî kir ku proseyê bi awayekî şefaf birêve bibin nebin sebeba kûrtirkirina kirîzê ku heger pandemî neyê kontrolkirin wê rageşî û alozî zêde bibe û serhildan rû bidin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin