PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi serdaneke nehatibû ragihandin îro 13ê Tîrmehê gihîşt Herêma Kurdistanê û çû navçeyên geştyariyê yên Îdareya Serbixwe ya Soranê.
Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê kir û Sûdanê tevî Serok Barzanî û çend rayedarên kabîneya xwe serdana serdana çend deverên geştyariyê yên li Îdareya Serbixwe ya Soranê kir.
Rêveberê Geştûguzariya Soranê Barzan Mihemed derbarê vê serdanê de got, îro piştî nîvro Serok Barzanî bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re serdana navçeyên geştyariyê yên Îdareya Serbixwe ya Soranê kir.
Hat ragihandin ku ev serdana berpirsên hikûmeta Iraqê serdaneke nefermî bû û bi armanca dîtina navçeyên geştyariyê û sirûşta ciwan a navçeyê pêk hatiye.
Hêjayî gotinê ye, hejmareke mezin a geştyarên naverast û başûrê Iraqê serdana Herêma Kurdistanê dikin û ji ber bilindbûna pileyên germahiyê li navçeyên cuda yên Iraqê, demên xwe yên bêhnvedanê li deverên daristan û geştyariyê yên hênik ên Herêma Kurdistanê diborînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin