Li Gimgimê qeza çêbû: 1 mir û 1 birîndar bû

Li Gimgimê qeza çêbû: 1 mir û 1 birîndar bû

PeyamaKurd- Li bajarê Mûşê li navçeya Gimgimê qeza çêbû û di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû. Fuad Aslan ê ku diçû bajarê Mûşê, di rê de nikaribû li fetlanekê dagere û erebeya wî qelibî. Ajotvan li ciyê qezayê jiyana xwe ji dest da û jina bi navê Sadaqat Eryüce jî birîndar bû.

Cenazê ajotvanê mirî û jina birîndar bi ambûlansê birin nexweşxaneya dewletê ya bajarê Mûşê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin