Koska Spî: Mafê Tirkiyê yê xweparastinê heye, lê em operasyoneke nû naxwazin!

Koska Spî: Mafê Tirkiyê yê xweparastinê heye, lê em operasyoneke nû naxwazin!

PeyamaKurd – Berdevkê Asayîşa Niştimanî ya Koşka Spî John Kirby, li ser îhtimala operasyoneke nû ya bejahî ya Tirkiyeyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, daxuyanî da û got ku her çiqas mafê Tirkiye yê xweparastinê heye jî ew operasyoneke leşkerî naxwazin.

Kirby li Koşka Spî ji rojnamevanan re derbarê mijarê de wiha axivî: “Em ti operasyonên leşkerî li bakurê Sûriyê naxwazin ku sivîlan ji rewşa niha bixe metirsiyeke mezintir. Û taybet jî leşker û karmendên me yên li Sûriyê, yan jî erkê me yê li dijî DAIŞê bikeve metirsiyê.”

Kirby herwiha got ku mafê xweparastinê yê Tirkiyê heye û diyar kir: “Amerîka mafê Tirkiyê yê xweparastinê nas dike. Lê em nafikirin ku operasyonên leşkerî yên li Bakurê Sûriyeyê rêya herî baş e ji bo rakirina vê metirsiyê.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin