PeyamaKurd- Rayedarên Artêşa Taywanê ragihand ku ew ê li başûrê giravê dest bi tetbîqatan bikin. Li gorî daxuyaniya artêşê, ew ê di tetbîqatan de cebilxaneyên rastîn bên bikaranîn.
Li gorî nûçeya ku ji aliyê ajansa CNA’yê ve hat belavkirin, artêşa Taywanê dest bi tetbîqatên topajêv dike.
Li gorî daxuyaniya ku hatiye parvekirin, rayerarên Taywanê, ji ber tetbîqatên xeternak ên Çîn’ê dest bi vê tetbîqatê dikin.
Di daxuyaniya artêşê de hat ragihandin ku tetbîqat dê di navbera 9 û 11 Tebaxê de li Fingganga girêdayiyê bajarê Pîntungê dest pê bike. Di berdewama agahiyên ku hatin parvekirin de hat ragihandin ku dê tetbîqat bi 78 obus û 6 hawanan were rêvebirin.
Gengeşiyên Çînê yên li dijî serdana hefteya borî ya Taywanê ya Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî, her ku diçe zêdetir dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin