PeyamaKurd- Li gorî rapirsiya Kompaniya Lêkolînê ya Yoneylemê ku li bajarên bakur û Tirkiyeyê li ser hilbijartinan hatiye kirin, kesê ku li hember Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan herî zêde deng girtine, Mansûr Yavaş e.
Di rapirsiya ku li 27 bajaran hatiye kirin û ji 2 hezar û 400 kesan hatiye pirsîn de kesê ku li hember Erdogan herî zêde deng girtine, Serokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş e. Her wiha tê dîtin ku dengên Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî bi 6 puanan ji Erdogan zêdetir bûne.
Di rapirsiyê de li ser helwesta “Ez ê bi tu awayî deng nedim Erdogan” ji %55.8 deng derketine.
Li ser pirsa “Vê yekşemê hilbijartina parlamenteriyê çêbibe, hûn ê dengên xwe bidin kê?” beriya ku dengên kesên bêbiryar li ser van dengan bên parvekirin, ji %25.4 kesan gotiye Ak Partî, ji % 23.2yan gotiye CHP, ji %11.11 gotiye ÎYÎ Partî, ji %7.5an gotiye HDP û ji %5.8an jî gotiye MHP.
Her wiha, li gorî rêbazên rapirsiyê, dengên bêbiryaran wekî ji %9.1 hatiye pîvandin û kesên ku gotine “ez deng bi kar naynim” jî wekî ji %9.2 hatiye pîvandin.
Piştî ku dengên bêbiryaran li ser dengên van partiyan hatine parvekirin, ev encam derketine holê:
AK Partî: Ji % 31.1
CHP: Ji % 28.4
ÎYÎ Partî: Ji % 13.5
HDP: ji % 9.2
DEVA: ji % 2.4
Her wiha ji beşdaran hatiye pirsîn “Hûn pergala serokomariyê dixwazin an pergala parlamenteriyê dixwazin?”
Di encamên derketine hol de tê dîtin ku ji % 63.5ên dengdêran pergala parlamenteriyê xwestiye û ji % 30.9an jî pergala serokomariyê xwestiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin